Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF Dibêje 5 Çekdarên Hemas û Cihada Îslamî li Başûrê Xezayê Hatine Kuştin

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF), roja Sêşemê ragehand ku pênc Filistînî, li gorî wê endamên tevgerên Hemas û Cihada Îslamî bûn, di du êrîşên esmanî de li başûrê Xezayê hatine kuştin.

Di daxuyaniyekê de li ser platforma X'ê, IDF got ku êrîşa yekem roja yekşemê li bajarê Xan Yûnis hate kirin û sê kes ku li gorî wê girêdayî baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî bûn hatin kuştin. Li gor daxuyaniyê, wan di civînekê de ji bo plansazîkirina operasyonan li dijî hêzên Îsraîlê kom bûbûn.

Artêşê navên kesên kuştî wekî Mihemed Ebo Hecac, Yûsif Ebu Rizq, û Ebdulhemîd Cadullah, ku li ser pergala mûşekan dixebitî, eşkere kir.

IDF herwiha got ku êrîşeke esmanî ya din roja duşemê li başûrê Xezayê hate kirin û di encam de Selaheddîn Îyad Ebdulhemîd û Îzzeddîn Îyad Diyab Berhûm hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya IDF, herdu kes endamên Yekîneya Nuxbe ya girêdayî Lîwaya Refehê di baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê de bûn.

IDF diyar kir ku her pênc kes di dema dawiyê de li ser plansazîkirina êrîşan li dijî hêzên Îsraîlê û sivîlên wê dixebitîn.

Îsraîlê kesên hatine kuştin bi nûveavakirina hêza leşkerî ya tevgerên Hemas û Cihada Îslamî de rol digirtin hatin tawanbar kirin, û got ku çalakîyên wan şert û mercên agirbestê binpê kirine.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de got ku hêzên wê li herêmê mane û li gor peymanê kar dikin, herwiha dê li dijî metirsiyên bilez operasyonên xwe berdewam bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG