Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Yekşemê ragihand ku wan Elai Îbrahîm Nimir Erşî, fermandarê şaneyeke Hemasê, û Kerem Riyad Hesen Ebû Buteyhan, endamê çekdar ê Tevgera Cîhada Îslamî, li bajarê Xezayê kuştine.
Li gorî daxuyanîya Artêşa Îsraîlê li ser X'ê, herdu fermandar beşdarî veguhastina bi milyonan Şekel (diravên Îsraîlê) ji Îran û Tirkîyê bo baskê leşkerî yê Hamasê bûne.
Artêş dibêje, “Ev pere van dawîyan alîkarîya rêxistinê kirine di hewildanên wê yên ji bo nûavakirina şiyana xwe ya leşkerî û encamdayîna êrîşan li dijî hêzên Artêşa Îsraîlê û sivîlên Îsraîlî, ku ev yek binpêkirineke sîstematîk a agirbestê ye.”
Herwiha, Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) li navenda Xezayê embarên çekan ên Hemasê bombebaran kirin û ew bi temamî ji nav birin.
Li gorî daxuyanîyê, ev embar ji alîyê baskê leşkerî yê Hemasê ve ji bo embarkirina cûreyên cihêreng ên çekan hate bikaranîn, di nav de tifengên Kilaşnîkov, topavêj û fîşekên rokêtan."