Artêşa Îsraîlê îro Yekşemê kuştina Semîr Mehmûd Hesen Ebû Yûnis, fermandarê Lîwaya Refehê ya Hemasê di encama êrîşeke asmanî de ku bi şev başûrê Xezayê kiribû armanc, ragihand.
Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) di daxuyanîyekê de li ser platforma X'ê, diyar kir ku Ebû Yûnis (53 salî) berî nêzîkî du mehan, piştî kuştina fermandarê berê Naîl Ebû Ubeyd di 15'ê Îlona borî de, fermandarîya Lîwaya Refehê girtibû ser xwe.
IDF'ê got ku Ebû Yûnis berê wekî cîgirê fermandarê lîwayê û fermandarê Ketîbeya Til Sultan kar kiribû.
Di daxuyanîyê de ew bi arastekirina êrîşên li dijî sivîl û hêzên Îsraîlê û hewldana nûjenkirina şiyanên leşkerî yên Hemasê hat tawanbarkirin.
Ji alîyê xwe ve, Ketîbeyên Qesam, baskê leşkerî yê Hemasê, kuştina Ebû Yûnis di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de piştrast kir.
Ajansa Reuters li ser zarê çavkanîyên Hemasê ragihand ku kesê hatiye kuştin yek ji fermandarên payebilind bû ku di plankirin û serpereştîya êrîşa 7'ê Cotmeha 2023'an a li ser Îsraîlê de beşdar bibû.
Karmendên tenduristîyê ragihand ku Ebû Yûnis di encama êrîşeke esmanî de ku ew li kolaneke herêma Mewasî ya bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezayê kiribû armanc, hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.