Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF Dibêje Wan Çar Rêyên Binerd li Xezayê Wêran Kirine

Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) Îro Duşemê ragihand ku wan tunelên ku ji bo girtina rehîneyan dihatin bikaranîn li Kerta Xezayê wêran kirine.

IDF’ê vîdyoyek li ser platforma X’ê belav kir ku bilindbûna dûmana bumbekirinê nîşan dide û got, “Hêzên Lîwaya 188'an û Yekîneya Yahalom çar rêyên bin erdê li Kerta Xezayê hilweşandin.”

Li başûrê Libnanê jî IDF’ê ragihand ku di operasyoneke Hêzên Esmanî de ji bo veguheztina birîndaran, yek ji helîkopterên wan li herêma rizgarkirinê daket, lê ji ber şaşîyeke teknîkî nikaribû careke din rabe.”

Ew dibêje, “Helîkoptereke din ji bo veguheztina birîndaran hate şandin. Tîmên teknîkî yên Hêzên Esmanî helîkoptera jikarketî çêkir û ew bi ewlehî ji herêmê firîya.”

“Helîkopter rastî agirê dijmin nebû,” IDF’ê got.

XS
SM
MD
LG