Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant serdana hêzên Îsraîlî yên li sînorê Gaza kir.
Gallant ferman da leşkerên Îsraîlî ku jibo her rewşê amade bin.
‘’Ewên ku niha Gaza ji dûr ve dibînin, wê hindurê wê jî bibînin. Ez soz didim we’’ Gallant ji leşkeran re got.
Wî ser êrîşên çekdarên Hamasê yên 7’ê Cotmehê got ku ewê wan efû nekin.
Wezîrê Îsraîlê dîyar kir ku ewê terorîstan tevî hemî binesazîyên wan têk bibin.
Îsraîlê li sînorê Gaza bi deh hezaran leşkerên xwe bi cîh kirine.
Hin pisporên leşkerî dibêjin ku Îsraîl dê piştî serdana rêberên Rojavayî dest bi operasyona li Gaza bike.
Piştî êrîşên 7'ê Cotmehê, serokên Almanya, Amerîka û Brîtanya serdana Îsraîlê kirin.
Jêder: Reuters