Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Seranserî Gazayê Bumbebaran Dike


Hêzên Îsraîlî îro Şemîyê armancên li seranserî bakur û başûrê Xazayê bombebaran kirin, di nav de avahîyeke ku hat ragihandin bi dehan Filistînî tê de hatine kuştin û birîndar bûne.

Karbidestên saxlemîya Filîstînî li bajarê Xan Yunis ragihandin ku ji bilî bi dehan birîndaran, termên 20 kuştîyan gîhine nexweşxaneya Nasser, ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Karbidestên saxlemîya Filîstînî herwiha gotin ku di êrîşên Îsraîlê de li bakurê Xazayê avahîyeke ku bi sedan aware lê diman, gelek kes hatine kuşitn û birîndar bûne

Ajansa fermî ya nûçeyan WAFA jî ragihand ku Îsraîlê sê malên li kampa penaberan ya Jabalia bombebaran kiriye ku herî kêm 30 kes hatine kuştin. Lê, karbidestên saxlemîyê nikarîbûn vê agahî piştrast bikin.

Wezareta saxlemîyê ya Gaza ragihand ku jiber êrîşên bejayî yên Îsraîlê û armanckirina navendên tenduristîyê, li bakurê Gaza berhevkirina agahîyên rast û dirûst zahmet bûye.

Artêşa Îsraîlê îro dîyar kir ku hêzên wê avahîyek li kampa Jabalia ji esman bombebaran kirine, piştî ku hêzên wê rastî gulebaran kirinê hatine û çekdarên Hamasê li ser banî hatine dîtin.

Artêşê got ku hêzên Îsraîlî li bajarê Xazayê mîlîtanên Hamasê, ku di du dibistanan de bûn, kuştine. Hêzên Îsraîlî herwiha avêtin ser jimareke avahîyên yan li Xan Yunisê ku tê de çek hebûn û wan li binesazîya binerd ya Hamasê jî xistine, artêşê ragihand.

Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku jiber zarara xetên têlefonê li başûr peywendîyên bi Xeza yê re bi gelemperî têk çûne û bal kişand ku gihandina alîkariyê û hewildanên rizgarkirinê dijwartir dike.

Mîlîtanên Hamasê di 7ê Cotmehê de êrîşê bajarên li başurê Îsraîlê kirin û nêzîkî 1200 kes kuştin û 240 kes jî wek dîl revandin.

Li gor karbidestên saxlemîyê yên Gazaê, ji wê demê ve, di êrîşên dijber yên Îsraîlê de nêzîkî 19 hezar Filîstînî hatine kuştin û birîndar kirin, dema kû bi hezaran kesên din jî di bin kavilan de mane.

Jêder: Reuters, AP

XS
SM
MD
LG