Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Ser Derketina Filîstînîyên li Gaza Planeke Nû Hazir Dike

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê, Îsrael Katz îro Pêncşemê got ku wan ferman daye artêşê ku ser derketina kesên li Gaza planekê çêkin.

Katz dîyar kir ku plan di serî de wê jibo kesên bi dildarî ji herêmê derdikevin were hazir kirin.

"Ez ser plana werêk ya Serok Trump razîbûna xwe radigihînim, divê rûniştvanên Gaza jî wek hemî mirovên din yên cîhanê jibo derketina ji herêmê azad bin."

Li ser pirsa "Wê kîjan dewlet bihêlin ku Filîstînî derbazî welatên wan bibin?", Katz got ku divê dewletên dijî operasyonên Îsraîlê yên li Gaza wan qebûl bikin.

Katz got ku dewletên wek Îspanya û Îrlanda û Norwecê jiber kiryarên xwe yên li Gaza û tawanbarkirinên dijî Îsraîlê berpirs in ku kesên li Gaza derbazî axên wan bibin.

Serokê Amerîka Donald Trump vê hefteyê dîyar kir ku ewê Gaza kontrol bikin û ewê Filîstînîyên li herêmê herin warên din.

Li Kerta Gaza bi qasî 2 mîlyon kes dijîn û li gor plana Trump ew diçin Urdun û Misirê.

Urdun û Misir ser plana Trump nerazîbûna xwe radigihînin û dibêjin bê ku Filîstînî ji warên xwe derkevin divê Gaza jinûve were ava kirin.

Jêder: AFP

This item is part of
XS
SM
MD
LG