Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Hêzên me Bêhtirî 60% ji Xezayê Kontrol Kiriye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, îro Yekşemê ragihand ku hêzên Îsraîlê niha zêdetirî 60% rûbera herêmê kontrol dikin û armanca wan a nêzîk ew e ku bigihêjin 70% da ku rê li ber Hemasê bigirin ku ji nû ve xwe çekdar neke an êrîşên nû pêk neyîne.

Netanyahu di destpêka civîna hikûmetê de, bal kişand ser enîya Bakur, û dîyar kir ku tenê di hefteya borî de 350 endamên Hizbullahê li Libnanê hatine kuştin.

Wî dîsan ragihand ku hêzên Îsraîlê herêma "Şiqêf Ernûn" (Kela Şiqêf) xistine bin kontrola xwe û li wir toreka jêrxane û tunelên berfireh dîtine.

Netanyahu got ku xebatên ji bo paqijkirina gundên sînorî berdewam in û daxuyanîya xwe wiha bi dawî kir: "Hizbullah ji ber derbeyên giran di rewşa revê de ye û Îsraîl wê berdewamîya gulebarana li ser bajarokên xwe qebûl neke û li gorî vê yekê tev bigere."

This item is part of
XS
SM
MD
LG