Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên Giran Li Bakurê Gazayê Dibin Piştî Redkirina Raporteka Peymana Rehîneyan


Roja Yekşemê şahidan got ku şer di navbera hêzên Îsraîlî û mîlîtanên Hamas de li beşên bakurê Gazayê derket û êrîşên esmanî yên Îsraîlî bi dehan Filistînî li navenda dorpêçkirî kuştin, di demekê de ku raportek derbarê rêkeftina azadkirina rehîneyan de hate redkirin.

Rojnameya Washington Postê, li ser zarê kesên ku ji mijarê agahdar in, ragihand ku Îsraîl û Hamasê lihevkirineke demkî kirine bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo azadkirina bi dehan jin û zarokên ku li Gazayê rehîne girtî ne, li beramber rawestana 5 rojan ya şer.

Wê got ku serbestberdana rehîneyan dikare di nav çend rojên pêş de dest pê bike. Hemî alî dê operasyonên şer bi kêmî ve pênc rojan rawestînin dema ku her 24 demjimêran carekê 50 yan zêdetir rehîne bi komî têne berdan.

Hamasê di 7ê Cotmehê de di dema êrîşa xwe ya kujer a li ser civakên Îsraîlê de nêzî 240 dîl û rehîne girtin.

Mebesta rawestandinê her wiha ew e ku rê bide rêjeyek girîng a alîkariyên mirovî, rojnameyê ragihand, û anî ziman ku nexşerêya rêkeftinê di çend hefteyên danûstandinan de li Qeterê hate danîn.

Lê hem serokwezîrê Îsraîl û hem jî karbidestên Amerîkî got ku hîn ti peymanek çênebûye, û Koşka Spî got ku hewildanên ji bo gihîştina rêkeftinekê berdewam in.

Raporta Washington Post hat di demekê de ku xuya bû Îsraîl amadekariya berfirehkirina êrîşa xwe li dijî mîlîtanên Hamasê dike bo nîvê başûrê Gazayê, piştî ku êrîşên esmanî bi dehan Filistînî kuştin, di nav wan de sivîlên ku li du dibistanan bi cih bibûn.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG