Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşî Gazayê Dike Di Demekê De Ku Hevdîtinên Qahîrayê Dewam Dikin


Xelk li Tel Avivê li dijî hikûmeta serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu protesto dikin û banga azadkirina dîlên di nav destê Hamasê de dikin.
Xelk li Tel Avivê li dijî hikûmeta serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu protesto dikin û banga azadkirina dîlên di nav destê Hamasê de dikin.

Karbidestên Filistînî got ku berpirsên Hamasê roja Yekşemê danûstandinên agirbesteke bi navbeynkarên Misrî û Qeterî re, bo roja duyem berdewam kirin, bêyî ku pêşkeftineke xuya were ragihandin, ji ber ku koma îslamî daxwaza rawestandina temamî ya şer li Gazayê dike.

Karbidestekî Filistînî yê nêzîkî hewlên navbeynkariyê, got ku şanda Hamasê ji bo gihşîtina rêkeftinekê çûye Qahîrayê, "lê ne bi her bihayekî".

Karbidet ji ajansa Reutersê re got, "Divê lihevkirin şer bi dawî bîne û hêzên Îsraîlî ji Gazayê derxîne û Îsraîl jî hîn ne amade ye vê yekê bike."

Îsraîl ji bo azadkirina bi kêmanî hinek ji derdora 130 rehîneyên di destê Hamasê de, peymanekê dixwaze, lê karbidestekî Îsraîlî roja Şemîyê got ku helwesta wê ya bingehîn nayê guhertin û got Îsraîl dê "di bin ti şert û mercan de" lihevkirinekê nepejirîne ku şer bi dawî bike.

Karbidestekî din yê Filistînî ji Reutersê re got ku danûstandin "rastî dijwarîyan tên ji ber ku dagîrker (Îsraîl) pabendbûna bi agirbesteke berfireh red dike" lê şanda Hamasê hîn li Qahîrayê ye bi hêviya ku navbeynkar zextê li Îsraîlê bikin ku helwesta xwe biguhere.

Di dema danûstandinên dawîn de, rûniştvanan û karbidestên tenduristiyê got ku êrîşa firok û tankên Îsraîlî şeva din li ser deverên dorpêçkirî yên Filistînî berdewam kir û çend kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Şer dest pê kir piştî ku Hamasê di 7ê Cotmehê de êrîşî Îsraîlê kir û li gorî daneyên Îsraîlê 1200 kes hatin kuştin û 252 kes dîl hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê, di erîşên Îsraîlê de 34,600 Filistînî hatin kuştin û zêdetirî 77,000 kes birîndar bûn. Bombebaranê gelek deverên peravê wêran kirin û bû sedema krîzeke mirovî.

Çavkaniyên Misrî got ku rêvebirê CIA William Burns, ku ew jî beşdarî danûstandinên agirbestê yên berê bû, roja Înê gihîşt Qahîrayê. Washingtonê - ku wek hêzên din ên rojavayî û Îsraîl, Hamasê wek grûpeke terorîst bi nav dike - ji wê xwest ku bikeve rêkeftinekê.

Bi hezaran Îsraîlî roja Şemiyê derketin xwepêşandanan û daxwaz ji Serokwezîr Benjamin Netanyahu kir ku peymana agirbestê ya bi Hamasê re erê bike, da ku rehîneyên mayî werin azadkirin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG