Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Yekşemê ragihand ku wan fermandarekî rêxistina Hemasê li kerta Xezayê kuştiye.
IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Ebdulrehman Mahir Ebdulkerîm Ziyade, fermandarê şaneya terorîst a Nuxbe di baskê leşkerî yê Hemasê de ku di Komkujiya 7ê Cotmehê de derbasî axa Îsraîlê bûbû, hate jinavbirin.”
“Di êrîşeke din de, Kemal Mihemed Hemdan Nacar, Serokê Yekîneya Tunelan li sektora Xan Yûnis a baskê leşkerî yê Hamasê, hate kuştin,” IDF’ê got.
Hêzên Îsraîlî dibêjin ku “herdu terorîstan hewl dan ku êrîşên terorîstî li dijî leşkerên IDF’ê yên ku li Xezayê dixebitin pêşve bibin û ji bo leşkeran gefek tavilê çêkirin.”