Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Înê ragihand ku wan fermandarekî rêxistina Hemasê li Xezayê kuşt.
IDF’ê li ser platforma X’ê got ku “Subhî Samî Mehmûd Şehtût, fermandarê tabûreke baskê leşkerî yê Hamasê bû.”
Wê got ku Şehtût yek ji wan fermandaran bû ku derbasî Îsraîlê bûbûn û beşdarî Komkujîya 7ê Cotmehê bûn.
“Ew beşdarî girtina gelek rehîneyan di destê Hemasê de bû. Wekî din, wî hewl da ku êrîşên terorîstî li dijî leşkerên IDF’ê û sivîlên Îsraîlî pêş bixe,” IDF’ê got.