Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje wê Fermandarê Berhemanîna Çekan ê Hemasê Kuştiye

Artêşa Îsraîlê li roja Yekşembê di postekê de li ser X'ê ragihand, ku wan Îsmaîl Ebûful, fermandarê navendeka berhemanîna çekên Hemasê, kuştiye.

Artêşa Îsraîlê got ku Îsmaîl Ebûful, di operasyoneke hevbeş de bi rêxistina Şîn Bat re li herêma El-Mexazî ya Xezayê hatiye kuştin.

Daxuyanîya artêşa Îsraîlê got ku Ebûful ji bo baskê leşkerî yê Hemasê di çêkirina teqemenî û mûşekên dijî tankan de beşdar bû.

Li gorî ragihandinê, cihê navenda berhemanîna cekan bûye armanc, ew cih li nêzîkî navendeka belavkirina alîkariya mirovî ye, ku ji alîyê rêxistineka navneteweyî ve tê birevebirin.

Artêşa Îsraîlê her wesa dibêje ku Hemas bi awayekî sîstematîk peymana agirbestê binpê kirîye û hewl dide ku şîyanên xwe yên leşkerî ji nû ve ava bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG