Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Wê Du Fermandarên Hemas û Cîhada Îslamî Kuştine

Leşkerên Îsraîlê li Bakurê Xezayê
Leşkerên Îsraîlê li Bakurê Xezayê

Artêşa Îsraîlê roja Înê ragihand ku fermandarê baskê leşkerî yê Hemasê Îbrahîm Nebîl Îbrahîm Bas û fermandarê Yekîneya Çavdêrîyê ya Cîhada Îslamî ya Filistînî Hemdî Ehmed Hemîd Xelîl, di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku Îbrahîm Bas di êrîşa 7’ê Cotmehê beşdar bû û derbasî nav Îsraîlê bûbû.

Artêşê her wiha got ku herdu endamên komên çekdar ên Filistînî tevî agirbestê jî êrîşî sivîlên Îsraîlê û hêzên Îsraîlê kirine û hewl dane ku şiyanên xwe yên leşkerî ji nû ve ava bikin.

Wê got ku armanca êrîşên artêşa Îsraîlê ew e ku gefa çalakîyên van kesan ji holê rabe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG