Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF: Hemasê li Nêzîkî Nexweşxaneyê Xeta Kemînê Ava Kiriye

Arşîv: Herêma cebeliya - Xezayê
Arşîv: Herêma cebeliya - Xezayê

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Çarşemê 26'ê Tebaxê ragihand ku hêzên Hemasê li herêma Cebeliya ya Xezayê, li nêzîkî 70 metreyî ji Nexweşxaneya Kemal E'dwan û 170 metreyî ji dibistanekê, cihekî kemînê ava kiribû.

Li gor ragihandina IDF'ê ya li ser platforma X'ê, ji wî cihî Hemas plan dikir ku êrîşên li dijî leşkerên IDF'ê pêş bixe û şiyanên leşkerî yên rêxistinê ji nû ve bihêz bike. IDF'ê herwiha dibêje ku ev cih ji bo hilanîna cureyên cuda yên çekan jî hatibû bikaranîn.

IDF'ê got ku hêzên wan ew bingeha Hemasê armanc girt û ew hilweşand. Li gor heman daxuyanîyê, di êrîşê de çend endamên Hemasê hatin kuştin, bi armanca rakirina gefa li dijî hêzên Îsraîlê.

IDF'ê di daxuyanîya xwe de Hemasê tawanbar dike ku çalakîyên xwe yên leşkerî li nêzîkî avahîyên sivîl pêk tîne.

Li alîyek din, Desteya Aştîyê (Board of Peace) bang li Îsraîlê kir daku agirbesta Xezayê bi cih bîne, di heman demê de bang li Hemasê dike ku êrîşên bafirokan rawestîne, daku binpêkirinên agirbestê ji her alî de bidawî bibin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG