Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Dibêje wê Şaneyeke Hizbullahê Kiriye Armanc

Hêza Esmanî ya Îsraîlê (IAF) îro Çarşemê ragihand ku wê şaneyeke terorîst a Hizbullahê li başûrê Libanê kiriye armanc.

IAF li ser platforma X’ê got, “Hewldana ji bo şopandina avêtina rokêt û terorîstan li başûrê Libnanê berdewam dike: Balafireke Hêza Esmanî bi şev şaneyeke terorîst a Hizbullahê nas kir û piştî ku wê rokêt avêtin hêzên IDF (artêşa Îsraîlê) yên ku li başûrê Libnanê ji bo berfirehkirina herêma ewlekarîyê dixebitin, ji holê rakir.”

IAF got ku di encama avêtina rokêtên Hizbullahê de ti ziyan nebûn.

“Hêza Esmanî dê bi tundî li dijî rêxistina terorîst a Hizbullah a ku biryar daye tevlî helmetê bibe û di bin sîwana rejîma Îranê de tevbigere, operasyonên xwe bidomîne û dê nehêle ku zirarê bide welatîyên Dewleta Îsraîlê,” IAF got.

XS
SM
MD
LG