Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Hizbullah 120 Rokêt ji Sûrê Avêtine Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê îro Çarşemê ragihand ku koma Hizbullah a terorîst 120 rokêt ji bajarê Sûrê yê başûrê Libnanê avêtine.

Artêşa Îsraîlê got ku ji destpêkê êrîşên Hizbullahê li ser Îsraîlê, koma mîlîtan dora 120 rokêt ji devera bajarê Sûr ê başûrê Libnanê avêtine.

Artêşê herwiha da zanîn ku "Hizbullahê bi mebest xwe û binesazîya xwe ya terorîst xistîye nav xelkê sivîl ê Libnanê. Ew wan wekî mertalên mirovî bikar tîne û jiyana rûniştvanan dixe metirsîyê."

Rojekê piştî destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li 28'ê Sibatê dijî rejîma Îranê, Hizbullah dest bi êrîşên rokêt û mûşekan ber bi Îsraîlê ve kir. Wekî bersiv, Îsraîlê operasyonên leşkerî li Libnanê dane destpêkirin.

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz roja Sêşemê got ku artêşa Îsraîlê plan dike başûrê Libnanê heta çemê Lîtanî kontrol bike.

XS
SM
MD
LG