Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF: Me Bêhtirî 250 Fermandarên Hizbullahê Kuştin e

Hêzên Berevanîya Îsraîlê(IDF) îro Duşemê ragihand ku wan di êrîşên dawî de bêhtirî 250 fermandarên Hizbullahê li Libnanê jinav birine.

IDF li ser platforma X’ê got, “Di êrîşa herî mezin a li Libnanê de, li seranserê Beyrût, Bîqa’i û başûrê Libnanê zêdetirî 250 terorîst û fermandarên Hizbullahê hatin kuştin.”

IDF di daxuyanîya xwe de navên hin fermandaran tîne ziman, ku dibêje ew di nav lîsta kesên kuştî de ne. Ew jî ev in:

-Hesen Mistefa Nasir: Berpirsîyarê qaçaxçîtî û enbarkirina çekan li Libnanê.

-Elî Qasêm, Ebû Elî Ebas, û Elî Hîcazî : Berpirsiyarên berhevkirina nirxandinên îstîxbaratê li ser Îsraîlê, di nav de jî pêşxistina bankeke armancan ji bo êrîşan û berhevkirina îstîxbaratê.

-Ebû Mihemed Hebîb: Di seranserê şer de, û bi taybetî di dema Operasyona Tîrên Bakur de, ew berpirsîyarê avêtina mûşekan ber bi Îsraîlê ve bû.

Di daxuyanîyeke din de, IDF îro Duşemê gotibû ku "Leşkerên me li zêdetirî 100 terorîstên Hizbullahê xistin û ji holê rakirin, bi dehan cihên binesazîya terorîstan hatin hilweşandin û dest bi ser sedan çekan de girt ku li herêmê hatibûn bicihkirin. "

This item is part of
XS
SM
MD
LG