Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Sêşemê ragihand ku wan li başûrê Libnanê “du terorîst” û avahîyek ku mûşek jê dihatin avêtin, jinav birin.
IDF’ê hin girteyên vîdyo li ser platforma X’ê belav kirin ku armacgirtina du kesên li ser motorsîklekê û avahîyekê nîşan didin û got ku ew “Dîmenên kameraya dronên hêzên me di dema jiholêrakirina terorîstan de ne.”
Wê got, “Di operasyoneke din de, avahîyek ku mûşekeke dijî tankan ji wir ber bi hêzan ve hatibû avêtin, bû armanc.”
“Hêzên Lîwaya 226'an, di bin fermandarîya Firqeya 146'an de, bi rêya dronekê du terorîstên çekdar ên rêxistina Hizbullahê ku li nêzî hêzên me li başûrê Libnanê tevdigerin, dîtin. Hêzan bi dronê êrîşî terorîstan kir û ew ji holê rakirin, dema ku wan hewl dida bi motorsîkletê birevin,” IDF’ê got
Hêzên Îsraîlî da zanîn ku li alîyekî din “şeva borî rêxistina terorîst a Hizbullahê mûşekeke dijî tankan ber bi herêma ku hêzên IDF’ê li başûrê Libnanê lê dixebitin ve avêt, ew li nêzî hêzan ket, bêyî ku ti qurbanî çêbibin.”
Ew dibêje ku wan bi armanca jinavbirina gefê, avahî wêran kir.
Tevî hebûna agirbestekê di navbera Îsraîl û Libnanê de, şer û pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê, bi taybet li başûrê Libnanê, nehatine rawestandin.