Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Bersiva Gulebarana Hizbullaha Lubnanê Dide


Yekîneyeke topan a Îsraîlî di 2ê Mijdara 2023an de di dema rahênaneke leşkerî de li Girên Golanê gulebaran dike.
Yekîneyeke topan a Îsraîlî di 2ê Mijdara 2023an de di dema rahênaneke leşkerî de li Girên Golanê gulebaran dike.

Artêşa Îsraîlê îro Şemîyê ragihand ku hêzên wê li "du şaneyên terorîst" û bingeheke Hizbullahê xistine, wek bersiveke gulebarana ji Lubnanê, dema ku topbarana li ser sînor berdewam dike.

"Wek bersiva du şaneyên terorîst yên ku hewl dan ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve gulebaranê bikin, hêzên IDF li şaneyek û xaleke çavdêrîyê ya Hizbullahê xistin," daxuyanîyeke leşkerî got.

Artêşê got ku hêzên Îsraîlî wê herwiha bersiva êrîşên hawanan ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve dane, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Pevçûnên herî dawî rojekê piştî ku daxuyanîya serokê Hizbullahê Hesen Nesrullah bûn. Nesrullah hişyarî da ku şerê di navbera Îsraîlê û Hemasê de dibe ku veguhere pevçûnek herêmî, ger Îsraîlê êrîşa xwe ya ser axa Xezayê bidomîne.

Çavkanî: AP

XS
SM
MD
LG