Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbullah Dibêje Wê Êrîşî Bingeheke Bakurê Îsraîlê Kiriye


Kamyoneke leşkerî ya Îsraîlî tankekê li nêzîkî sînorê bi Lubnanê re vediguhêze
Kamyoneke leşkerî ya Îsraîlî tankekê li nêzîkî sînorê bi Lubnanê re vediguhêze

Hizbullah a Lubnanî îro Şemiyê got ku wê zêdetirî 60 rokêt avêtin navendeke leşkerî ya Îsraîlê. Ev êrîş bersivdana wan e li ser kuştina cîgirê rêberê Hamasê li Beyrûtê, li gor Hizbullah.

Hizbullah ku Îran piştgirîya wê dike, di daxuyaniya xwe ya roja Înê de got,"Di çarçoveya bersivdana destpêkê li ser kuştina rêberê mezin Şêx Salih el-Arûrî... Berxwedana Îslamî (Hizbullah) bi 62 cureyên mûşekan bingeha kontrolkirina esmanî ya Meron kir armanc."

Tê zanîn, ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê di 7ê Cotmehê de, êrîş û pevguhertinên rokêtan di nav hêzên Îsraîlî û çekdarên Hizbullah a hevalbenda Hamasê de li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê berdewam in.

Li gorî karbidestekî berevanîyê yê Amerîkî ku ji AFP re got, kuştina el-Arûrî roja Sêşemê li asêgeheke Hizbullahê li başûrê Beyrûtê ji alîyê Îsraîlê ve, tirsa zêdekirina alozî û kêşeyan li herêmê mezintir kiriye.

Artêşa Îsraîlî di daxuyaniyekê de got ku wê sibeha Şemiyê derdora 40 mûşekên ku ji Lubnanê hatibûn avêtin piştrast kirine, û hêzên wê di demek kin de bersiv da û bingeheke ku rokêt jê hatibûn avêtin, kir armanc.

Hizbullah îro Şemiyê ragihand, ku wê êrîşên din li ser leşker û çeperên Îsraîlî pêk anîn, û artêşa Îsraîlî jî got ku wê bersiv da.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG