Hêzên Esmanî yên Îsraîlê(IAF) îro Sêşemê ragihand ku wan êrîş birine ser bêhtirî 100 bingehên Hizbullahê li Gelîyê Bîqaa yê başûrê Libnanê.
IAF'ê li ser platforma X’ê got, “Zêdetirî 100 binesazîyên terorîst li Gelîyê Bîqaa û li seranserê başûrê Libnanê hatine êrîşkirin.”
IAF’ê anî ziman ku ji bilî êrîşên li Bîqaa, wan li başûrê Libnanê, zêdetirî 90 depoyên çekan, baregeh, cihên çavdêrîyê û binesaîyên ku ji hêla terorîstan ve ji bo pêşvebirin û pêkanîna pilanên terorîstî li dijî hêzên IDF [Hêzên Berevanîya Îsraîl] û sivîlên Dewleta Îsraîlê dihatin bikaranîn, hatin armancgirtin.”
Peyvdarê artêşa Îsraîlê ji bo ragihandina Erebî, Avichay Adraee hişyarîyeke lezgîn ji bo niştecîhên Libnanî yên bajarê Nebetîyê belav kir.
Wî li ser platforma X’ê bang li niştecihên wan navçeyan kir ku,“ji ber fikara ewlehîya we, divê hûn tavilê ji malên xwe derkevin û ber bi bakurê Çemê Zehranî ve biçin.”
“Ji ber binpêkirina peymana agirbestê ji alîyê Hizbullaha terorîst ve, Artêşa Berevanîyê neçar e ku bi tundî li dijî wê tevbigere. Artêşa Berevanîyê nîyeta wê tune ku zîyanê bigihîne we,” Adraee got.
Wî anî ziman ku “Her kesê ku li nêzî hêmanên Hizbullahê, bingehên wan û amûrên wan ên şer be, jiyana xwe dixe metirsîyê.”