Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Wê Ji 7ê Cotmehê Ve Li 50 Armancên Hizbullah Li Sûriyê Xistiye


Artêşa Îsraîlî roja Şemîyê got ku ji destpêka şerê Gazayê ve di 7ê Cotmehê de, wê li Sûriyê zêdetirî 50 cihên girêdayî tevgera Hizbullaha Lubnanî ya ku Îran piştgirîya wê dike, kirine armanc.

Daxuyaniyên di kurtenivîsekê de ji aliyê berdevkê sereke yê leşkerî Admiral Daniel Hagari ku bi giranî li ser hewildanên têkbirina êrîşên Hizbullahê yên ku ji bo piştgiriya Hamasê dest pê kiribûn nîqaş kirin.

Ev daxuyanî dûrketinek bû ji bêdengiya asayî ya Îsraîlê li ser operasyonên Sûriyê.

Hegarî got, "Hizbullah li her derê be em ê lê bin. Li Rojhilata Navîn li her derê pêwîst be em ê bikevin nava tevgerê."

Hêzên Îsraîlî êrîşî 3,400 armancên Hizbullahê li Lubnanê kirin, di nav de 120 xalên çavdêriya sînor, 40 veşartgehên mûşekan û çekên din û zêdetirî 40 navendên fermandariyê. Wî got hejmara kuştiyên “dijmin” ji 200î zêdetir in.

Hagarî got ku Îsraîlê sê firqeyên artêşê li aliyê sînorê Lubnanê bi cih kirine wek amadebaşia ku Hizbullah tevlî bibe piştî ku Hamasa Filistînî di 7ê Cotmehê de êrîşek bir ser Îsraîlê û bû sedema şer li Kerta Gazayê.

Li gel ku bi deh hezaran rûniştvanên wê yên bakur malên xwe bicih hîştine, Îsraîl gef xwar ku ewê şer li Lubnanê gurtir bike heta ku Hizbullah ji sînor venegere - û ji Rojava alîkarî xwest ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk li Beyrûtê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG