Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Pêncşemê ragihand ku wan çar rêberên payebilind ên Koma Filistînî Hemasê kuştine.
IDF'ê li ser platforma X'ê got: “karên wan rêberên payebilind berevanîya serokên Hemasê û veguhestina wan a di navbera cihên ewle de bûn.” Herwiha wan “agahîyên îstîxbaratî jî amade dikirin.”
IDF'ê kesên ku hatine armancgirtin eşkere kir. Di nav wan de cîgirê hêza Ewlekarîyê Hesen Rabih Hesen Lebed heye.
Herwiha sê berpirsên din ên girîng Asim Emîn Şelaş Şubêr, Ebdullah Eta Yûnis Ebû Kelûb û Mihemed Ne'man Zekî Ebû Merk in ku biryarên hêza ewlekarîya Hemasê didan.