Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: 1,000 Terorîstên Hizbullah di Meha Borî de Hatin Kuştin

Artêşa Îsraîlê îro Înê ragihand ku di êrîşên wê yên meha Adarê de li Libnanê 1,000 terorîstên koma Hizbullahê hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê di postekê de li ser platforma X'ê got ku di nav wan kuştîyên Hizbullahê de fermandarên payebilind jî hebûn.

Di van êrîşan de bêtirî 3,500 armancên terorîst bûn armanc, li gor artêşa Îsraîlê. Herwiha, 5 pirên serekî ku ji bo veguhestina çek û hêzên Hizbullahê dihatin bikaranîn, hatin armanckirin.

Li gor artêşa Îsraîlê, hejmareke din cihên darayî yên Hizbullahê di van operasyonên wê li Libnanê de hatin armanckirin.

Rojekê piştî destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li 28'ê Sibatê dijî rejîma Îranê, Hizbullah dest bi êrîşên rokêt û mûşekan ber bi Îsraîlê ve kir. Wekî bersiv, Îsraîlê operasyonên leşkerî li Libnanê dane destpêkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG