Artêşa Îsraîlê îro Şemîyê ragihand ku di rojekê de hêzên wê bêtirî 200 binesazîyên terorê yên rejîma Îranê kirin armanc.
Artêşa Îsraîlê di daxuyanîyekê de got ku di êrîşên roja Înê de, "firokên şer ên Îsraîlê bi alîkarîya zanyarîyên leşkerî êrîş birin ser bêtirî 200 binesazîyên rejîma terorîst a Îranê li rojava û naverasta Îranê."
Ji destpêka operasyonên hevbeş ligel Amerîkayê ve, artêşa Îsraîlê da xuyakirin ku hêzên wê dora 400 geştên asmanî yên êrîşker li rojava û naverasta pêk anîne.
Daxuyanîya artêşa Îsraîlî herwiha got ku "Hêza Asmanî bi dehan mûşekavêjên balîstîk kirine armanc, ku hinek ji wan barkirî û amade bûn ku êrîşan ber bi axa Dewleta Îsraîlê ve bikin."
Artêşê diyar kir ku di nav cihên ku hatine armancgirtin sîstemên berevanî û baregehên parastin û avêtina muşekan hene.
Li alîyekî din, artêşa Îsraîlê îro Şemîyê ragihand ku Hêza Asmanî du karbidestên payebilind ên desteya zanyarî ya Rêvebirîya Awarte ya Îranê (Xanim el Enbîya') kir armanc.