Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku pêleke nû ya êrîşên asmanî dijî rejîma Îranê pêk anîne.
Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) diyar kir ku wan "pêleke êrîşên berfireh ên Îsraîlê bi dehan bingehên binesazîyên rejîma terorîst Îranê li seranserê welêt kirine aramanc."
Her çiqasî hûrgilîyên ziyanên van êrîşan hîn nehatine eşkerekirin, lê medyaya navxweyî ragihandîye ku di demjimêrên dawî de êrîş li ser xeta trênê li bajarê Kerecê û pirek li bajarê Kaşan û rîya di navbera Zencan û Tebrîzê û deverên din wekî Tehran, Kerec û Ehwazê hatine kirin.
Artêşa Îsraîlê doh Duşemê ragihamd ku wan êrîşî mezintirîn bingeha petrokîmyayî ya Îranê li Asaluye kir û got ku ev yek derbeyeke aborî ya giran e ku li Tehranê dikeve.
Îsraîl dibêje ku bingeha petrokîmyayî ya Îranê berpirsiyar e bo çêkirin û berhevkirina madeyên kîmyayî ji bo çêkirina teqemenîyan e.
IDF herwiha got ku di encamên van êrîşan de şiyanên berhemdan û hinartina berhemên petrolê bi rêjeya 85% ji kar ketine.