Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Pêleke Nû ya Êrîşan ser Îranê Pêk Tîne

Hêzên asmanî yên Îsraîlî Înê bi şev binesazîya rejîma Îranê li sê deverên cuda kir armanc.

Li gor daxuyanîyeke Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF), zêdetirî 50 firokên şer ên Hêzên asmanî yên Îsraîlê li sê deverên cuda yên Îranê êrîşên bi awayekî serkeftî li dijî binesazî û pîşesazîya leşkerî pêk anîn.

Cihên ku hatine armanckirin ev in: Navendek ku ji bo berhemdana cûreyên cûda yên çek û teqemenîyan tê bikar anîn, cîhek girêdayî Wezareta Berevanîya Îranê ku ji bo pêşxistin û berhemdana amûrên teqemenîyê yên pêşketî tê bikaranîn û cîhek ji bo berhemdana hêmanên serekî bo mûşekên balîstîk û mûşekên parastina asmanî tê bikaranîn.

Di daxuyanîyeke din de artêşa Îsraîlê got ku wê êrîşeke nû li dijî binesazîya rejîmê pêk anî, lê hûrgilîyên êrîşa nû û armancên wê heta dema amadekirina vê nûçeyê nehatine eşkerekirin.

IDF got ku ev êrîş beşek e ji hewldanên wê yên berdewam ji bo lawazkirina hêza rejîma Îranê ya berhemdan û pêşxistina çek û mûşekan.

Ti piştrastkirineke fermî ji alîyê karbidestên Îranê ve derbarê van êrîşan nehatiye kirin.

XS
SM
MD
LG