Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê kuştina fermandarekî payebilind ê rejîma Îranê di êrîşekê de ragihand.
Artêşa Îsraîlê di postekê de li ser platforma X'ê got ku Cemşîd Îshaqî fermandarê bargeha petrolê ya hêzên rejîma terorist a Îranê bû.
Li gor artêşa Îsraîlê, baregehên petrolê şiyanên berdewamîya çalakîyên hêzên Pasdaran û xurtkirina leşkerî bi rêya qezencên ji firotina petrolê zêde dikin.
Îshaqî serkêşîya beşê darayî yê hêzên rejîmê û çavdêrîya pîşesazîya leşkerî ji bo berhemdana mûşekên balîstîk dikir. Wekî din, wî kar bo şandina diravî bo dardestên terorîstên Îranê li seranserê Rojhilata Navîn dikir.
Li alîyekî din, balafirên Îsraîlê li ser armanckirina bingehên navendên fermandarîya rejîma Îranê dewam dike. Artêşa Îsraîlê got ku hêzên wê navende alîkarîyên diravî ji bo komên dardestên Îranê li Rojhilata Navîn berhev dikir kirine armanc.
Hêzên asmanî yên Îsraîlê, li gor zanyarîyên îstixbaratê, êrîş birin navendên fermandarîyên leşkerî yên hêzên Pasdran li Tehranê.
Artêşa Îsraîlê got ku bi salan e hêzên Pasdaran budce û qebareke mezin a pereyan bi rîya van navendên fermandarîyan ji bo du bingehên çalakîyan dişandin.