Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Wê Navendeke Berhemdana Mûşekên Qadir li Îsfehanê Kir Amranc

Wêne: Armanckirina bingeheke rejîma Îranê li bajarê Bane.
Wêne: Armanckirina bingeheke rejîma Îranê li bajarê Bane.

Artêşa Îsraîlê dibêje hêzên wê navendeke berhemdana mûşekên Îranî li bajarê Îsfehanê kirine armanc.

Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê li ser platforma Xê ragihand ku navendeke berhemdana mûşekên "Qadir" di wê êrîşê de hate armanckirin.

"Di pêleke berfireh ya êrîşên esmanî yên hêzên esmanî yên Îsraîlî de, bi dehan cihên binesazîya rejîma Îranî ya terorîst li seranserê Îranê hatin armanckirin," artêşa Îsraîlê got.

Di nav armancan de navendeke hilanîn û berhmendana mûşekên balîstîkî hebûn. Rejîma Îranê ew cih wekî navendeke avêtina mûşekan bikar dianî, artêşa Îsraîlê got.

Ji destpêka operasyona hevbeş a Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê roja Şemîyê ve, Amerîka û Îsraîl dibêjin wan bi sedan cihên girîng ên leşkerî û ewlekarî yên ser bi rêjîma Îranê ve kirine armanc.

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth îro Çarşemê ragihand ku di encama êrîşê de hêzên deryayî yên Îranê bi tevahî hatine wêrankirin. Wî herwiha got ku leşkerîya Amerîka niha hemû rêkên deryayî û esmanê Îranê kontrol dike.

XS
SM
MD
LG