Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Wezîrê Îstîxbartê yê Îranê Hat Kuştin

Îsmaîl Xetîb Wezîrê Îstîxbara
Îsmaîl Xetîb Wezîrê Îstîxbara

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz roja Çarşemê ragihand ku Wezîrê Îstîxbarata rejîma Îranê Îsmaîl Xetîb di êrîşeke şeva borî de "hatiye kuştin."

Katz got ku wî û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu destûr daye Hêzên Leşkerê Îsraîlê ku bêyî hewcedariya pejirandina zêde yan vegerin bo pirsa kuştina rayedarekî Îranî, ew dikarin her rayedarekî payebilind ê Îranî ku bikin armanc û bikujin.

Karbidestê Îsraîlî dema ku kuştina Xetîb ragihand, got ku "di tevahîya vê rojê de li hemû enîyan surprîzên girîng têne hêvîkirin," bêyî ku hûrgilîyan bide.

Rejîma Îranê derbarê kuştina Xetîb ti şirovek nedaye.

Di nava du rojan de kuştina sêyemîn rayedarê bilind ê Îranî ye tê ragihandin. Roja Sêşemê, Îsraîlê serokê civata ewlehîya Îranê, Elî Larîcanî, û Xulamreza Silêmanî, serokê yekîneya Besîcê ji holê rakirin.

Hêza Esmanî ya Îsraîlê ser platforma X'ê got: "Îsmaîl Xetîb, Wezîrê Îstîxbaratê yê rejîma terorîst a Îranê di êrîşeke aramancgirtî de li Tehranê hat jinavbirin."

Îsraîl dibêje "Xetîb di xwepêşandanên dawî yên li seranserê Îranê de, di nav de girtin û kuştina xwepêşanderan, roleke girîng lîst û çalakîyên terorîstî yên li dijî Îsraîlî û Amerîkîyan li seranserê cîhanê birêve bir. Bi heman awayî, wî di xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî de di navbera 2022–2023'an de li dijî welatîyên Îranî operasyonên zordar encam dan."

Hêza Esmanî ya Îsraîlê dibêje: "Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê xwedî şiyanên îstîxbaratî yên pêşketî ye, çavdêrî, sîxurî û pêkanîna operasyonên veşartî li seranserê cîhanê, bi taybetî li dijî welatîyên Îsraîlî û Îranî, dike."

XS
SM
MD
LG