Kemal Pencasî, peyvdarê zimanê Farisî yê artêşa Îsraîlê, ronî da ser hûrgilîyên operasyona welatê xwe ya li dijî kesayetîyên payebilind ên rejîma Îranê.
Di konferanseke rojnamevanî de, Pencasî kuştina Elî Larîcanî, Sekreterê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî, di çarçoveya stratejîyeke mezin de binav kir û got, "Ev operasyona jinavbirinê li ser stratejîya giştî ya Îsraîlê ye ji bo jiholêrakirina gefên li ser welatê me."
Wî tekez kir ku kuştina fermandarê Basîc Xulamreza Silêmanî jî beşek ji pêvajoyeke berfirehtir bû.
Dema ku ji berdevkê artêşa Îsraîlê hat pirsîn ka dema operasyonan kengî û çima biryareke wiha çend hefte şûnda hat dayîn, wî got: "Biryarên li ser van mijaran dê di asta pir bilind a herdu welatan de û bi hevrêzîyeke tevahî di navbera Îsraîl û Amerîkayê de werin dayîn.”
Pencasî herwiha got ku tunekirina kesayetîyeke siyasî ya payebilind û fermandarekî leşkerî di heman demê de, encama hevrêzîyê bû.
Ev Operasyoneke Demdirêj e
Pencasî di dirêjîya axaftina xwe de got, "Ev operasyon dê dirêj be û dê berdewam bike heta ku hemû gef werin rakirin."
Wî dupat kir ku ev operasyon ne sînordar e bi kesayetîyên bilind û got, "Tunekirina kesayetîyên Komara Îslamî, ji kesayetiyên payebilind û fermandaran bigire heta ciwanan, wekî efserên tepeserker li xalên kontrolê, dê di rojên pêş de berdewam bike."
Nezelalîya li ser Mucteba Xamineyî
Pencasî dema ku li ser rewşa rêberê bilind ê nû Mucteba Xamineyî hat pirsîn, herwiha henek kir ku ew eşkere ye û ne hewce ye ku li ser were axaftin.
Wî got, "Xamineyî piştî ku hat armancgirtin, ev du hefte ne derneketiye pêş raya giştî. Divê em li bendê bin û bibînin ka çi dibe."