Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Mosadê: Armanca Me Guhertina Rejîma Îranê ye

David Barnea, serokê Mosadê.
David Barnea, serokê Mosadê.

Serokê ajansa îstixbarata Îsraîlê (Mosad) dibêje ku berpirsîya Mosadê hember gefên rejîma Îranê dê tenê bi guhertina vê rejîma tundrê were bicihkirin.

David Barnea, Serokê Mosadê, îro Sêşemê di rêwresmekê de bi boneya Holokostê got ku “Guhertina rejîma Îranê erka me ye û hember gefên din yên man û nemana Îsraîlê bêdeng nabin û bi tenê em temaşa nakin."

Barnea herwiha behsa operasyonên dawî yên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê kir û got, “Mosadê di dema operasyona leşkerî de li navenda Tehranê çalak bû.”

Li gor Barnea, Mosadê bi hevkarîya rasterast ligel artêşa Îsraîlê, ji hundirê Îranê li nav Tehranê agahîyên berfireh didan hêza esmanî, bi mebesta armanckirina bingeh û navendên rejîma Îranê.

Serokê Mosadê erka xwe di nav Îranê de wekî “neqedîyayî” binav kir û got ku "erka me di dawîhatina şer de bidawê nabe, nexşeya me ji bo dema piştî şer divê pêk were.”

Wî da zanîn ku berpirsyarî û erkê Mosadê li ser mijara Îranê tenê wê demê bidawî dibe ku rejîma Îranê were guhertin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG