Artêşa Îsraîlê îro Şemîyê ragihand ku di êrîşeke berfireh de hêzên wê li hejmareke armanc li Tehranê paytexta Îranê dane.
Artêşê got ku di nav cihên ku bûne armanc de bingeheke navendî ya Pasdarên Şoreşa Îslamî heye. Ew navend ji bo berhemdana pêkhateyên mûşekên balîstîk dihat bikaranîn.
Ji bilî wê jî, navendeke hilanîna pêkhateyên berhemdana mûşekan di êrîşa Şemîyê de bû armanc, ligel bingeheke Wezareta Berevanîyê ya Îranê ku ji bo berhemdana sotemenîya mûşekan dihat bikaranîn.
Di alîyekî din de, rêberê Fermandarîya Bereya Xwecihî ya Îsraîlê, Elad Edrî, îro Şemîyê serdana dibistaneke baxçeyê zarokan li naverasta Îsraîlê kir ku rastî êrîşeke mûşekî ya Îranê hatibû.
"Careke din, em dibînin ka çawa dijminê me xelkê sivîl dike armanc. Ew hewl didin heta ku karibin kuştin û karîgerîyê bikin," Edrî got.