Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje wê li Sûriyê Êrîş Birine ser hin Armancên Îranê


Îsraîl dibêje wê li Sûriyê êrîşa hin armancên Îranî kiriye ji bo têkbirina êrîşeka pêşbîn a firokên bê firokvan ên Îranê.

Li gel redkirina êrîşê ji aliyê Îranê ve, vê rûdanê hin girjiyên nû di navbera Îsraîl û Îranê de gur kirin.

Îsraîlê ferman da ku Quba xwe ya Hesinî ya mûşekan li ser sînorê xwe yê li gel Sûriyê belav bike.

Tevî ku Îsraîl pir caran li armancên Îranê yên li nav Sûriyê dixe, lê kêm caran wan êrîşan radighîne.

Vê carê serokwezîr Benjamin Netanyahu di twîtekê de pesna "hewlên mezin ên leşkerî" da û got Îranê pilan hebûn ku firokeke bê firokvan a tije teqemenî bişîne nava Îsraîlê.

Wî huşdarî Îranê û got ew nikare xwe li ti deverekê biparêze.

Artêşa Îranê got 4 şarezayên Îranê van demên dawî gihîştin Sûriyê ji bo têstkirina firokên bê firokvanên ên bi navê Kamîkaz, ku bumbe û teqemeniyan hildigrin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ragihand ku 5 kes di êrşîa Îsraîlê de hatin kuştin, di nav de jî du çekdarên partiya Hizbullah a Libnanî bûn.

Ajansa Rueters ji ser zimanê berpirsê Îranî Mohsen Rezai ragihand ku dibêje Îsraîlê ew şiyan nînin êrîşeke wiha pêk bîne.

XS
SM
MD
LG