Medyaya fermî ya Îranê roja Yekşemê ragihand ku endamekî din yê Pasdarên Şoreşa Îranê ku weke şêwirmendê leşkerî li Sûriyê kar dikir, piştî êrîşeke asmanî ya Îsraîlê li nêzîkî Şamê mir.
Pasdaran di daxûyaniyekê de ku roja Yekşemê hat belavkirin, ragihand ku "Meqdad Mehqanî Ceferabadî, endamê Supayê Pasdaran roja Înê di encama êrişa gunehkara Rêjîma Siyonîst de birîndar bû û ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû."
Wan got,“Sûcên Rejîma Siyonîst bêbersiv namînin û dê berdêla vê yekê bidin.”
Îsraîl bi salan êrîşan li dijî tiştên ku ew wek armancên girêdayî Îranê binav dike li Sûriyê pêk tîne, ku bandora Tehranê li wir zêde bûye ji dema ku wê dest bi piştgirîkirina serok Beşar Esed kir di şerê navxweyî de ku di sala 2011an de dest pê kir.
Îran dibêje efserên wê li ser vexwendina Şamê di rola şêwirmendiyê de li Sûriyê kar dikin. Bi dehan endamên Pasdarên Şoreşê di nav wan de efserên pilebilind li Sûriyê di dema şer de hatin kuştin.
Êrîşa asmanî ya roja Înê, şeşemîn êrîşa Îsraîlî li Sûrîyê ye di meha Adarê de, li gor Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, herwiha efserekî din ê Pasdarên Şoreşê û şêwirmendê leşkerî bi navê Milad Heyderî jî hat kuştin.
Çavkanî: Reuters