Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê got ku wê êrîşên xwe yên li ser bingehên leşkerî yên Îranê li Tehran û deverên derdorê berfireh kiriye.
Artêşa Îsraîlî di daxuyanîyekê de got ku di êrîşên Çarşemê bi şev de bi dehan navendên girîng ên berhemdan û pêşxistina mûşekan kirine armanc.
Cihên ku hatine armanckirin ev in:
- Bingehek ku ji alîyê artêşa Îranê ve bo perwerdekirina leşkeran û hilanîna sîstemên mûşekî bi mebesta lêdana balafiran tê bikaranîn.
- Sîstema be û pêşvebirina perçeyên sereke yên mûşekên balîstîk.
- Cihê behemdana bateryayên ji bo çek û cebilxaneyan.
- Cihê berhemdana çekan ê Pasdarên Şoreşê.
Di êrîşên şevê de herwiha bingehên amadekirin û avêtina mûşekan ên Pasdarên Şoreşê, cihên avêtina mûşekên balîstîk, sîstemên berevanîya asmanî û bingehên çavdêrîyê yên Pasdarên Şoreşê û artêşa Îranê jî bûn armanc.
Artêşa Îsraîlê got ku êrîş beşek e ji hewldanên wê yên berdewam ji bo kêmkirina şiyanên leşkerî yên rejîma Îranê, bi taybet di berhemdan û avêtina mûşekên balîstîk û sîstemên berevanîya asmanî de.
Li gor artêşa Îsraîlê, êrîşan bi giranî ziyan dan şiyana rejîmê ya berdewamkirina berhemdana pêkhateyên girîng ên mûşekên xwe.
Heta niha ti qurbanî nehatine ragihandin, lê çavkaniyên herêmî gotin ku Çarşemê bi şev li çend deverên Tehranê dengê teqînên bihêz hate bihîstin.