Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Wê 12'mîn Pêla Êrîşan li Tehranê Pêk Anî

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê pêla 12'mîn ya êrîşên esmanî li Îranê bidawî anî.

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê di postekê de li ser platforma X'ê got wan "navendên yekîneya taybet ya berpirsa hemû hêzên ewlekarîya navxweyî ne li parêzgeha Alborz kirine armanc."

Artêşê herwiha got ku li Tehrana paytext jî êrîşên asmanî yên Îsraîlê "armancên Pasdarên Şoreşa Îranî, rêxistina Basîj û fermandarîyeke navendî ya hêzên ewlekarîya navxweyî kirin armanc, ligel bi dehan navendên fermandarîyê û cihên çekan."

Operasyonên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de li dijî rejîma Îranê destpê kirin. Amerîka dibêje heta niha van operasyonan karîbûn hêzên deryayî yên Îranê bi tevahî wêran bike.

XS
SM
MD
LG