Karbidestekî bilind ê Îsraîlî ji televizyona Fox News re got ku hêzên Îsraîlî Sêşemê êrîşî cihê civîna Encûmena Bilind a Îranê kir, li dema ku karbidest kom bûbûn da ku cîgirê Elî Xamineyî destnîşan bikin.
Karbidestê Îsraelî got: “Îsraîl di dema ku dengên ji bo destnîşankirina reberê bilind dihatin hejmartin, êrîş kir.”
Ev êrîş beşek e ji zincîre êrîşên artêşa Îsraîlê li ser serkirdayetîya siyasî û leşkerî ya rejîma Îranê.
Pirtir ji 40 rêberên payebilind yên Îranê, tevî Xamineyî, di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin. Operasyonên hevbeş li dijî rejîma Îranê roja Şemîyê destpê kirin.
Şîrovekarên Îsraîlî texmîn kirin ku ji dema destpêka operasyonê ve zêdetirî 1,000 leşkerên dijmin li Îranê hatine kuştin.