Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Me Hemû Serokên "Enîya Terorê" Ji nav Birin

Hêzên Berevanîya Îsraîlê grafîkek weşand ku tê de Xamineyî û 14 rêberên payebilind ên Îran, Hamas û Hizbullaha Lubnanê, ku wekî "Enîya Berxwedanê" têne nasîn, nîşan dide û dibêje ku ew hemû hatine tunekirin.

Hêza Esmanî ya Îsraîlê li kêleka grafîkê got, "Ev fermî ye: hemî rêberên terorîst ên payebilind ên 'enîya terorê' ya Îranê hatine tunekirin."

Lîste berpirsên payebilind ên rejîma Îranê, Hizbullaha Lubnanê û Hamasê yên ku di mehên dawî de hatine kuştin, di nav de Rêberê Bilind Elî Xamineyî, rêberê Hizbullahê Hesen Nesrullah û rêberê Hamasê Yehya Sinwar jî hene.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku ewê êrîşên xwe yên li ser rejîma Îranê bidomîne, û dibêje ku hêza esmanî ya Îsraîlê "serdestîya esmanî" li ser Tehranê sepandîye.

Artêş dibêje ku wan êrîşî bi dehan baregehên şer ên girêdayî rejîmê kiriye, di nav de baregehên Pasdarên Şoreşê, baregehên îstîxbaratê, baregehên hêza esmanî ya Pasdarên Şoreşê û baregehên ewlehîya navxweyî.

Îsraîl dibêje ku pêla êrîşan dê zîyanê bide şiyanên fermandarî û kontrolkirina rejîmê û "artêşa Îsraîlê dê li her devera ku ew lê bin, êrîşî hemî pergal û leşkerên rejîma terorîst bike."

This item is part of
XS
SM
MD
LG