Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Ew bi Baldarî Hemû Çalakîyên Komara Îslamî Dişopîne

Artêşa Îsraîlê roja Înê ragihand ku wan "di hefteyên dawî de planeke terorîstî ya supaya Pasdaran" têk biriye û got ku ew hemû çalakîyên Komara Îslamî li herêmê bi baldarî dişopîne û eger pêwîst be tedbîran digire.

Artêşa Îsraîlê di daxuyanîyekê de got ku "plana terorîstî" bi "peredarîya rasterast" ji alîyê rejîma Îranê ve, di bin rêberîya supaya Pasdaran de, bi karanîna ajanên biyanî û bi beşdarîya nêzîk a milîsên alîgirê Komara Îslamî li Iraqê, tê encamdan.

Ew her wiha dibêje ku ajansa îstîxbaratê ya Pasdaran di dema şer de ji bo pêşvebirina planên wêrankirin û zirarê ji bo welatîyên Îsraîlê li hundir û derveyî welêt xebitî.

Di bersivê de, Îsraîl dibêje ku bi hevkarîya Shin Bet û Mosadê, artêşa Îsraîlê serokê îstîxbaratê yê Pasdaran Mecîd Xademî û serokê operasyonên derve yên rêxistinê Muhsin Sûrî kirin armanc.

This item is part of
XS
SM
MD
LG