Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Îsraîlê Çi Dest di Referanduma Kurdên Îraqê De Nîne


Serowezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serowezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Yekşemê got Îsraîlê çi dest nîne di Referanduma serxwebûna Kurdên Îraqê de.

Hêjayî gotinê ye, di nîva meha borî de, serkirdeyê Îsraîlê got welatê wî piştgiriya serxwebûna Kurdan dike.

Di daxuyaniyekê de, nivîsîngeha Netanyahu got Îsraîl Partiya Karkerên Kurdistanê PKK, rêxistineke Terorîst dibîne.

Lê daxuyaniyê got, Îsraîl “ piştgiriya hewlên yasayî yên xelkê Kurd dike ji bo hebûna dewletekê.”

Wî di kombûna heftane ya wezîran de got:

“Ez têdigihim çima ewên piştgiriya Hemas dikin, Mossad li her cihekî ku jê ne razî ne dibînin, lê Îsraîl ne beşeke ji Referanduma Kurdan, herçendî me hevsoziyeke kûr û xwezayî heye li dirêjiya salan bo xelkê Kurd û omîdên wan.“

XS
SM
MD
LG