Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pizîşk Dibêjin Êrîşa Îsraîlê Ya Li Gazayê Bi Dehan Kes Kuştin


Karmendên saxlemîyê yên Filîstînî ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser xaniyekî li Cebelîye li bakurê Kerta Gazayê danê sibêha roja Yekşemê bi dehan kes hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Dîmenên ku li ser medya civakî belav bûne, ku Reuters nekariye demûdest piştrast bike, bi dehan termên ku li nexweşxanê, li erdê hatine danîn, nîşan didin.

Rûniştvanan dîyar kir ku di avahîya ku di êrîşa Îsraîlê hatiye armanckirin de herî kêm 30 kes hebûn.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Filîstînî WAFA û medya Hamasê jimara kesên ku îro hatine kuştin wek 32 kes ragihandin.

Sazîya xizmetên awarte ya sivîl dibêje ku operasyonên wê hatine rawestandin, jiber êrîşên berdewam yên Îsraîlî li ser du bajarok û kampeke penaberan li bakurê Gazayê ku di 5’ê Cotmehê de destpê kiribûn.

Îsraîl dibêje ku wê hêzên xwe şandine nava Cebelîyê, Beyt Lahîya û Beyt Hanûnê yên li bakurê Kerta Gaza, da ku çekdarên Hamasê têk bibin da ku ew ji wir êrîşan pêk neynin û nikaribin kom bin.

Ew dibêje ku ji destpêka operasyone wê ya nû ve, leşkerên wê li wan hereman bi sedan çekdarên Hamasê kuştine.

Li bajarê Gaza, roja Yekşemê di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê li ser malekê li taxa Sabrayê roja Yekşemê Wail Al-Xour, karmendekî wezareta Refahê, û heft endamên din ji malbata wî di nav de jin û zarokên wî, hatin kuştine, pizîşk û xizmên wî got.

Artêşa Îsraîlê got ku ew raportên derbarê êrîşa li Cebelîa û li Taxa Sabrayê de dinirxînin.

Hewlên jibo peymaneke agirbestekê ya di navbera her du alîyên şer de heta niha encam nedane, ku Îsraîl û Hamas hevdu tawanbar dikin.

Hamas peymanek e ku şer bi temamî dawî bike û pevgugertina dîlên Îsraîlî û peymanek girtîyên Filîstînî daxwaz dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî dibêje şer tenê dema ku Hemas bi temamî were tunekirin wê raweste.

Wezareta derve ya Qatarê roja Şemîyê got ku Qater, ku li gel Misir û Amerîka jibo agirbestekê navbeynkarîyê dike, ji Hamas û Îsraîlê re got ku jibo nûdestpêkirina danûstandinan heta ku her du alî "dilxwazî û cîdiyetê" nîşan bidin, wê hewlên xwe bide sekinandin.

Hamas û Îsraîlê heya niha ser vê daxuyanîya Qatarê tu bersîveke fermî nedane.

Şerê Îsraîl û Hamasê piştî ku mîlîtanên Filistînî di 7ê Cotmeha 2023an de êrîşî Îsraîlê kirin dest pê kir, ku nêzî 1200 kes, ku piranîya wan sivîl bûn, hatin kuştin û 253 kesên din jî wek dîl hatin revandin.

Karbidestên saxlemîyê yên Filistînî dibêjin di bersiva leşkerî ya Îsraîlê de li Gazayê heya niha zêdetirî 43,500 kes hatine kuştin. Ew ferqê naxin navbera sivîl û çekdaran, lê dibêjin zêdetirî nîvê kesên hatine kuştin jin û zarok in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG