Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Larîcanî û Silêmanî Hatin Kuştin

Elî Larîcanî û Xulamreza Sûlêmanî
Elî Larîcanî û Xulamreza Sûlêmanî

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Israel Katz roja Sêşemê ragihand Elî Larîcanî, Sekreterê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê, û Xulamreza Silêmanî, fermandarê hêzên Besîcê, di êrîşên Îsraîlî de hatine kuştin.

Katz got ku "Elî Larîcanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê û rêberê bi bandor ê rejîmê, hatiye kuştin."

Hêzên Berevanîya Îsraîlê di daxuyanîyekê de got: "Bi salan, Larîcanî wekî yek ji kesayetên herî kevin û payebilind di nav rêveberîya rejîma Îranê de dihat naskirin û hevkarê nêzîk ê Rêberê Bilind Elî Xamineyî bû."


Berevanîya Îsraîl dibêje "di pêla herî dawî ya xwepêşandanên li dijî rejîma terorê ya Îranê de, Larîcanî bi xwe çavdêrîya komkujiya ku li dijî xwepêşanderên Îranî hat kirin kir."

Larîcanî di nav wan rayedarên Îranê de bû ku Amerîkayê çend roj berê ji bo agahdarîya ku bibe sedema girtina wî xelatek pêşkêş kiribû.

Di heman demê de Wezareta Berevaniya Îsraîlê ragihand ku hêzên wan fermandarê Hêzên Besîcê, Xulamreza Silêmanî, kuştîye.

Peyvdarê artêşa Îsraîlê di daxuyanîyekê de got: "Di êrîşeke plankirî de li Tehranê, Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) fermandarê yekîneya Besîc ji holê rakir."

Kuştina van karbidestên rejîma Îranê wekî yên herî girîng tên dîtin, ji dema kuştina rêberê bilind ê berê Elî Xamineyî di roja yekê de ya êrîşên Amerîka û Îsraîlê li 28'ê Sibatê.

XS
SM
MD
LG