Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Bingehên Hizbullah û Cîhada Îslamî Dike Armanc

Artêşa Îsraîlê îro Şemîyê ragihand ku hêzên wan bi pêleke din a êrîşan dijî binesazîya rêxistinên terorîst li seranserê Libnanê kirine armanc.

Hêzên Berevanîay Îsraîlê got bingehên ku ji alîyê şaxê Libnanê yê Hêza Quds têne bikaranîn, bûn armanc.

Hêza Quds a Libnanê wekî navendeke peywendîyan di navbera rêxistina terorîst a Hizbullah û rejîma terorîst a Îranê de kar dike. Ew herwiha piştgirîyê dide avakirin û xurtkirina hêza rêxistina terorîst Hizbullahê kar dike.

Li alîyekî din, artêşa Îsraîlê du baregehên rêxistina terorîst a Cîhada Îslamî ya Filistînî hatin aramanckirin, ku ji alîyê berpirsên payebilind yên rêxistinê ve ji bo peywendî û hevkarîya operasyonên Cîhada Îslamî û Hizbullahê bikar tînin.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku mûşekeke Hizbullahê dijî xaleke hêzên Aştîparêzên Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) li herêma el Adeîse ya li başûrê Libnanê xist. Di encama wê de 3 endamên UNIFIL'ê birîndar bûn, ku birînên du ji wan giran in.

Roja Pêncşemê, fermandarê Hêzên Aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî got ku di encama êrîşekê de li başûrê Libnanê de du aştîparêzên Endonesyayî hatin kuştin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG