Di encama êrîşên îro Şemîyê yên Îsraîlê ser Libnanê de, herî kêm 16 kes hatine kuştin, çend demjimêran piştî ku agirbesta ligel Hizbullah karîger bû.
Ev yek di demekê de ye ku Îsraîl dibêje ku ew bersiva roketên Hizbullahê dide.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê (NNA) got ku firokên şer û dronên Îsraîlê deverên başûr û gelîyê Biqayê bombebaran kirin.
Karbidestekî leşkerî yê Îsraîlî got ku Hizbullah di şeva borî de zêdetirî 50 mûşek avêtin hêzên Îsraîlî li başûrê Libnanê û bû sedem ku Îsraîl êrîşan li ser armancên Hizbullahê bike.
Berdevkê artêşa Îsraîlê yê bi zimanê Erebî got ku eger Hizbullah kiryarên xwe yên dijminkarî û binpêkirinên peymanan rawestîne, aramî dikare were bidestxistin.
Agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullah doh Înê ket warê cîbicîkirinê. Di heman demê de karbidestekî payebilind ê Îsraîlî û du çavkanîyên Hizbullahê peyman piştrast kir.