Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artîşa Îsraîlê Veşartgeheke Çekên Hizbullahê li Başûrê Libnanê Dike Armanc

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku çekdarên Hizbullahê rokêtên dijî tankan vediguhêzin Herêma Ewle li başûrê Libnanê.

Artîşa Îsraîlê li ser platforma X'ê got: “Terorîstan mûşekên dijî tankan veguhestin avahîyek li herêma başûrê Libnanê û Hêzên Berevanîya Israîlê (IDF) gef bi êrîşeke esmanî ji holê rakir.”

IDF'ê herwiha got ku piştî êrîşê, teqînên din çêbûn ku hebûna çekan di hundirê avahîyê de piştrast kir.

Ji dema ku Hizbullah di 2'ê Adarê de dest bi êrîşên li dijî Îsraîlê kiriye, artêşa Îsraîlê hebûna xwe li başûrê Libnanê berfirehtir kiriye. Libnan vê gavê wekî binpêkirina serwerîya axa xwe dibîne. Lê Îsraîl tekez dike ku hebûna hêzên wê ji bo parastina ewlehîya sînorê bakurê welêt e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG