Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Agirbest Çalakîyên Me li Libnanê Sînordar Nake

Hêzên Bervanîya Îsraîlê (IDF) got ku di 24 demjimêrên borî de hêzên wan li başûrê Libnanê piştrast kirine ku çend kesan peymana agirbestê binpê kirine, ber bi wan ve çûne û "metirsîyeke rasterast" anîne holê.

Li gor daxuyanîya artêşê îro Şemîyê, hêzên Îsraîlê çend cihên başûrê Libnanê armanc kirine da ku wan metirsîyan tune bikin. Wekî din, ji bo piştgirîya hêzên bejahî êrîşên topbaranê hatin kirin û hin binesazîyên "têkildarî çalakîyên terorîstî" hatin jinavbirin.

Artêşa Îsraîlê tekez kir ku kiryarên wan di çarçoveya desthilatdarîya siyasî ya welêt de têne kirin û ev hêz desthilat heye ku tedbîrên pêwîst bigirin da ku xwe li dijî gefan biparêzin, heta eger di rewşeke agirbestê de be jî.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku tedbîrên parastin û tunekirina gefan bi agirbestê re sînordar nabin û artêşa Îsraîlê dê nehêle ku ewlekarîya sivîl û hêzên li ser erdê bikevin jêr metirsîyê.

Artêşa Îsraîlê herwiha got ku ewê operasyonên xwe berdewam bikin da ku deverên di bin kontrola wê de paqij bikin û her gefekê li ser sivîl û hêzan ji holê rakin.

Roja Pêncşemê agirbesteke 10 rojî di navbera Îsraîl û Libnanê de hate ragihandin. Bi navbeynkarîya Amerîkayê, armanca wê agirbestê ew e ku herdu welat gotûbêjên aştîyê destpê bikin.

Piştî ku Amerîka û Îsraîlê operasyonên dijî rejîma Îranê li 28'ê Sibatê ragihandin, koma Hizbullahê ya ku ser bi Îranê ve ye dest bi êrîşên ser Îsraîlê kir. Wekî bersiv, Îsraîlê operasyoneke berfireh li başûr û deverên din ên Libnanê daye destpêkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG