Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Hişyarîya Lezgîn ji bo Çend Bajarokên Libnanê Dide

Cross-border hostilities between Hezbollah and Israel
Cross-border hostilities between Hezbollah and Israel

Îro Duşem artêşa Îsraîlê hişyarîyeke lezgîn da ji bo niştecîhên 7 bajarokên li başûrê Libnanê.

Peyvdarê artêşa Îsraîlê ji bo ragihandina Erebî, Avichay Adraee li ser platforma X’ê bang li niştecihên bajarok û gundên jêrîn: Humîn el-Fewqa, Benaafoul, Erebsalim, Roumin, Aze, Arkî, û Jibaa, kir ku ji malên xwe derkevin.

Wî her wiha Hizbullah bi "binpêkirina peymana agirbestê û armancgirtina enîya navxweyî ya Îsraîlê tawanbar kir, bi vî rengî artêşa Îsraîli neçar dike ku li dijî wê tedbîrên tund bigire".

Hêjayî gotinê ye ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netahyahu Îro Duşemê, di daxuyanîyeke hevbeş de ku ligel Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Israel Katz hate weşandin, ferman da artêşa Îsraîlê ku li navçeya Dahîye ya Beyrûta paytexta Libnanê, beşê başûr ê bajêr ku wekî bingeha Hizbullahê tê hesibandin, êrîş bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG