Îsraîl roja Şemîyê hişdarîya "buhayekî pir giran" da Libnanê eger ku ew koma terorîst ya Hizbullahê kontrol neke.
Ev yek di demekê de hat ku êrîşên asmanî yên Îsraîlê bingeh û deverên Hizbullahê li seranserê welê kirin armanc.
Libnan ket nav vî şerê berfireh yê Rojhilata Navîn piştî ku Hizbullah, ku Îranê piştgirîya wê dike, roja Duşemê mûşek avêtin Îsraîlê. Artêşa Îsraîlê jî bi kempeyneke leşkerî bersiv daye.
Karbidestên Libnanî dibêjin ku di encama êrîşan de heta niha dora 300 kesan hatine kuştin û bi hezaran sivîl jî ji malên xwe derketine.
Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê, Îsrael Katz, di daxuyanîyekê de ji Serokê Libnanî Joseph Awn re got ku eger hikûmeta Libnanî nikaribe rêkeftina sala 2024'an ya bêçekkirina Hizbullahê bicih bîne, hingê ew û tevahîya welêt di ziyanê bibînin.
Katz got: Eger bijare di navbera parastina sivîl û leşkerên me, û parastina dewleta Libnanê be, emê parastina sivîl û leşkerên xwe bikin, û ewê Libnan û hikûmeta Libnanê buhayekî pir giran bide."
Wî got ku Îsraîl ti armanc bo kontrolkirina axa Libnanê nîne, lê ewê rê nede rewşekê ku êrîş ji deverên Libnanî ber bi Îsraîlê ve werin kirin.
Ev pêşketin di demekê de tê ku operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê dikevin hefteya duwem.